Hejmara kesên ku di lehiya Kirklareliyê de canê xwe ji dest daye gihişt 5 kesan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Îgneadayê yê navçeya Kirklareliyê ya Tirkiyeyê hejmara kesên ku di lehiyê de canê xwe ji dest daye gihişt 5 kesan.

Roja Sêşemê li bajarokê Îgnedayê yê navçeya Demîrokoyê ya Kirklareliyê piştî baraneke bihêz lehî rabibû.

Parêzgarê Kirklareliyê ragihandibû ku 2 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî winda ne û karûbarên lêgerîna kesên winda berdewam e.

Li gor zanyariyan îro di encama xebatên lêgerînê de termê 3 kesên din hatiye dîtin.

Bi vê yekê jî hejmara kesên di lehiyê de cane xwe ji dest daye gihişt 5 kesan û xebatên lêgerîna kesekî din jî berdewam in.

Ew kesên ku canê xwe ji dest daye li bajarokê Îgnedayê di xaniyên Bungalov ên geştiyarî de diman û piştî baranê li ber lehiyê çûbûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe ya medyaya civakî ragihand ku dozgeriyê derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Şeva Sêşemê di serî de Arnavutkoy û Başakşehîr li navçeyên Stenbolê jî piştî barana gur lehî rabibû.

Piştî lehiyê ji bilî zerareke zêde ya madî 2 kesan cane li wê derê jî  xwe ji dest dabû û 12 kes jî birîndar bibûn.