Hakan Fîdan li ser Dêrezorê: Ev destpêk e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser şer û aloziyên di navbera HSD, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û çend eşîrên Ereb ên Dêrezorê axivî.

Şeva yekşema 27ê Tebaxê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê bi Endamê Komîsyona Berfirehbûn û Cîrantiyê ya Yekitiya Ewropayê Oliver Varhelyi re civiya.

Piştî civînê Fîdan û Varhelyi daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê û li ser naveroka civînê axivîn.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand, ew li bendê ne Yekitiya Ewropayê rê nede astengkirinên siyasî û got:

“Em hêvî dikin ku ji bo pêşvebirina pêwendiyên me îradeyekê nîşan bidin û em dixwazin ew wêrektir bin.”

“Ev destpêk e”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser şerê û pevçûnên Dêrezorê jî anî ziman:

“Serhildana eşîrên Ereb a li dijî YPGyê mijareke ku me pêşbînî dikir bû.

Divê li herêmê dawî li polîtîkayên bi taybetî zeftkirina Ereban bi destê YPGyê bê anîn.

Eger ev yek bi dawî nebe ev rûbirûbûn tenê destpêk e. ”

Endamê Komîsyona Berfirehbûn û Cîrantiyê ya Yekitiya Ewropayê Oliver Varhelyi jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye mazûvaniya 4 milyon koçberên Sûriyeyî dike û got:

“Tirkiye ev salên dirêj in mazûvaniya van kesan dike û niha milyarek euro alîkarî bo Tirkiyê hatiye dayîn, lê ev reqem têra hemû hewildanên Tirkiyeyê nake û kêm dimîne.

Em vê yekê dizanin lê em dê îro li ser vê proseyê peymaneke nû îmze bikin. Ev jî peymaneke bi bihayê 781 milyon euroyan e.

Ev yek ji peymanên herî mezin e ku Yekitiya Ewropayê heta niha îmze kiriye û ev jî dê rasterast ji bo koçberên li Tirkiyê bê bikaranîn.”