HDP û DBP stratejiya xwe ya hilbijartinên herêmî radigihînin

Navenda Nûçeyan – “Civîna  Amadekariya Hilbijartinên Herêmî” ya HDP û DBP duh bi dawî hat û biryar e îro encamnameya civînê ji raya giştî re bê ragihandin.

 

Civîna  Amadekariya Hilbijartinên Herêmî, ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê duh bi dawî hat.


Civîna  Amadekariya Hilbijartinên Herêmî du rojan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDPê li Amedê berdewam kir.


Hat ragihandin ku di civînê de mijarên wek “di siyaseta demokratîk de polîtikayên heyama nû û stratejiya rêveberiyên herêmî hate gotûbêjkirin.”


Herwiha di civînê de HDP û DBPê stratejiya xwe ya ji bo hilbjartinên şaredariyan destnîşan kiriye.


Di hilbijartinên pêştir de li bajarên Bakurê Kurdistanê DBP û bajarên Tirkiyê jî HDPê beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibû, lê tê gotin ku vê care HDP dê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî hilbijartinên navborî bibe.


Biryar e 31ê Adara 2019ê hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêve biçe, lê ji ber krîza aborî hinek caran tê îdiakirin ku dibe hilbijartin di dema xwe de neyên kirin.