369 koçberên qaçax hatin girtin

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Edirneyê 369 koçberên bêdestûr ên hewl didan ku ji rêyên dereqanûnî derkevin bi qaçaxî derbasî welatên ewropî bibin hatin girtin.


Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin tîmîn Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêrê Edirneyê di dema peywira dewriyeyê ya li gundên Orhaniye, Yenîkadin, Bosnakoya girêdayî navendê û navçeya Îpsalayê gelek komên ku amadehî dikirin ku bi rêyên dereqanûnî derkevin derveyî Tirkiyê tespît kirin.


Hêzên ewlehiyê di dewriye û kontrolên xwe de 369 koçberên bêdestûr ên ji Gana, Filistîn, Mexrib, Somalî, Lîbya, Sûriye, Bangladeş, Iraq û Efxanistanê girtin.


Aliyên peywendîdar piştî miameleyên ew şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê.