Kabîneya Davûtoglu ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin

06-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – 62emîn hikûmeta Tirkiyeyê ya ku bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlamenterê Konyayê Ahmet Davûtoglu hatibû avakirin, ji parlamentoya wî welatî dengê baweriyê wergirt.

Di civîna îro ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, hikûmeta nû ku bi serokatiya Serokwezîrê nû Ahmed Davûtoglu hatibû avakirin, bi wergirtina 306 dengan ji koma 439 dengan hat pesendkirin.

Piştî dengdanê, Serokwezîr Davûtoglu axaftinek kir û wiha got: “Em ber çavên we û milletê me yê hêja soz didin ku bi hêza ku me ji we wergirt emê şev û roj kar bikin. Ti hêzek dê nekaribe vê îradeya hikûmeta me bişkêne…”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst