Bav, kur û neviyê xwe ji ber avdaniyê hatin kuştin

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kirikkale Avdanî kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kirikkaleyê yê Tirkiyeyê di pevçûneke ji ber avdaniya zeviyan de bav, kur û neviyê xwe hatin kuştin.

Li gundê Dereduzuyê yê navçeya Sulakyurtê ya bajarê Kirikkaleyê endamên du malbatên ku mirovên hev in ji ber avdaniya erd pev çûn.

Di pevçûnê de kesê bi navê E.Ç. (45) gule li Satilmiş Cesur (69), Îbrahîm Cesur (54) û Satilmiş Cesur (17) reşadin.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê ku bav, kur û neviyê xwe li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sulakyurtê.

E.Ç.yê ku ji cihê bûyerî reviya, di demeke kurt de ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst