Li Osmaniyeyê operasyona govenda Kurdî: 5 kes hatin desteserkirin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Osmaniye Govend Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osmaniyeyê berpiersên DEM Partiyê jî di nav de 5 kes bi hinceta govenda Kurdî hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya MAyê  demjimêrên sibeha îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navenda bajarê Osmaniyeyê bi ser çend navnîşanan de girt.

Hevserokên DEM Partiyê yên Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û Rêvebirê DEM Partiyê Hakan Kahraman li gel du welatiyên din ku navên wan nehatiye zanîn hatin desteserkirin.

Ew kes bi hinceta ku wan di dawetekê de li ber stranên Kurdî govend gerandiye û otomobîlên xwe jî bi flama û rengên kesk û sor û zer xemilandine hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên ewlehiyê her pênc kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Osmaniyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst