TIRKIYE – 729 hezar Sûriyeyiyên ‘winda’ hene

Duh li 11:20
Nîşan Sûriyeyî Tirkiye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 103 hezar Sûriyeyî dijîn û got ku 729 hezar ji wan ne li adresên xwe ne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di bernameyeke televîzyonê de amarên koçber û penaberên li Tirkiyeyê eşkere kirin.

“Hejmara Sûriyeyiyan 3 milyon û 103 hezar e”

Alî Yerlîkaya detnîşan kir ku gelek Sûriyeyî li navnîşanên xwe nehatine dîtin û got:

“Li Tirkiyeyê bi giştî 4 milyon û 437 hezar koçber dijîn.

Hejmara Sûriyeyiyan 3 milyon û 103 hezar e. Me dît ku 729 hezar ji wan li wan navnîşanan najîn ku divabû li wan bimînin.

Me 90 rojî destûr daye wan û bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngilîzî hişyarî ji wan re şandiye.

Piştî 90 rojî em dê du mehên din destûrê bidin wan lê em wê demê hemû xizmetguzariyên wan radiwestînin.”

Mixalefeta Tirkiyeyê di raporên xwe de behsa wê yekê dike ku li Tirkiyeyê nêzîkî 10 milyon koçberan hene lê hikûmet wan amaran qebûl nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst