Şivan 60 serî pez firot û çû pavyonê

Duh li 09:18
Nîşan Şivan Pez Firotin Pavyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê şivanekî 60 serî pez firot û çû pavyonê, ew şivan hat girtin.

Bûyerê li navçeya Kozanê ya Edeneyê rû da.

Li gorî nûçeya DHAyê, şivanê bi navê R.D. li ber pezê K.Î. dima lê şevekê 60 mêşinên wî birine û çûye.

Şivan 60 mêşinên K.Î. birine Hatayê û li wê derê firotine.

Piştî ku şivan û mih winda bûne xwediyê pez xeber daye cendirmeyan.

Cendirmeyan tesbît kiriye ku şivan li pavyonê dilê xwe xweş dike.

Cendirmeyan bi ser pavyonê de girt û şivan desteser kir.

Şivan R.D. piştî ku îfadeya xwe da hat girtin.

Cendirmeyan jî mêşin radestî xwediyê wan kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst