Li Izmîrê 208 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên parêzgeha Izmîrê ya Tirkiyeyê 208 koçber ji aliyê tîmên peywendîdar ve hatin desteserkirin.

Li peravên Karaburun û Dikiliyê 184 koçber hatin desteserkirin ku wa dixwest bi belemên lastîkî biçin Ewropayê.

Herwiha kesekî ku guman qaçaxçîtiya koçberan li ser e hat desteserkirin.

Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî, radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Izmîrê hatin kirin.

Şeva borî li ser agahiya ku hejmarek koçber li cihên cuda di nav beleman de ne û xwe amade dikin biçin derveyî Tirkiyeyê, tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravan li navçeyên Menderes, Karaburun, Foça û Çeşmeyê dest bi xebatê kir.

Tîman li peravên her çar navçeyan 208 koçber desteser kirin.

Li Karaburun û Dikiliyê 184 koçber hatin desteserkirin ku wan dixwest bi belemên lastîkî biçin derveyî Tirkiyeyê.