Polîsan li Stenbolê derdora malbatên girtiyan dorpêç kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê li navçeya Esenyurt a Stenbolê derdora malbatên girtiyan dorpêçkirin ku dixwestin bi çalakiyekê bale bikşînin ser rewşa kesûkarên xwe yên girtî. Li ser vê yekê di navbera parlamenterê HDPê û polîsan de alozî derket.

Îro 6ê Tebaxa 2022ê hejmareke malabatên girtiyan bi armanca balkişandina li ser rewşa zarokên xwe li Meydana navçeya Esenyurt a Stenbolê dest bi çalakiyekê kirin. Hejmarake parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniyê serdana wan malbatan kirin. Lê derdora wan malbatên girtî di dema çalakiyê  de  ji aliyê hêzên ewlakariya Tirkiyê  ve hat dorpêçkirin û çalakiya wan hat astengkirin. Li ser vê yekê di navbera beşek ji parlamenterên

Di navbera HDPê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de alozî derket. Rêxistina HDPê ya Stenbolê ew dîmen li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kirin.

Parlamenterê HDPê Murat Sarisaç nerazîbûn li dijî helwêsta hêzên ewlekariyê nîşan da û got: “Eger ev mafya bûna wê dê destê xwe bo wan dabûya singa xwe lê hûn ji dû dayikan ditirsin, vê hêza xwe li dijî mafyayan û ew kesên ku gendeliyê dikin bikarbînin. Ev sed sal in hûn zilmê ligel dikin lê gel yek gav paşve neavêtiye. ”

Wekîlê Serokê Firaksiyona HDPê Saruhan Oluç jî nerazîbûn nîşan da û got: “Eger rê hatiba dayîn ku ev dayik daxuyaniyekê bidin çapemeniyê dê daxwaza azadkirina Aysel Tugluk kiriban.”

Oluç ragihand ku yek ji fermandarên berê yên Artêşa Tirkiye ji ber nexweşiya Demansê ji  girtîgehê hatiye azadkirin û daxwaz kir ku hevseroka berê ya HDPê Aysel Tugluk jî ku girtiyek siyasî ye  bê azadkirin.

Oluç herwiha got: “Ev dayik li dadweriyê digerin.  Eger îro rê hatiba dayîn ku ev dayik bi xwe daxuyaniyekê bidin dê daxwaza azadkirina Aysel Tugluk kiriban. Aysel Tugluk hevaleke me ye ku di demên berê de hevserokatî, parlamenterî û rêveberiya partiyê kiriye. Li girtîgeha Kandirayê ev demeke pirsgirêkên wê yên mezin ên tendirûstî hene û jib o azadkirina wê têkoşînek tê dayîn. Ev pirsgirêkên Aysel Tugluk yên tendirûstî rê nadin ku li girtîgehê bimîne. Tevî ku ev demeke ev têkoşîn tê meşandin, Aysel Tugluk nehat berdan. Rojek berê Çevîk 1 ku fermandareke û ji ber 28 Sibatê hatibû zîndanîkirin, ji ber nexweşiya Demansê hat berdan. Aysel Tugluk jî nexweşa Demansê ye. Bi heman awayî raporên pizîşkiya dadî ya Kocaelî jî vê yekê piştrast dikin, lê heta niha Aysel Tugluk nehatiye berdan. Çevîk bîr fermandereke Tirk e û tê berdan, lê Aysel Tugluk siyasetmedareke Kurd e û nayê berdan. ”