227 Efxan ji Tirkiyê tên dersînorkirin

06-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê 227 koçberên ne yasayî yên ku dê bên dersînorkirin ji Navenda Paşda Şandinê ya Rêvebebirya Îdareya Koçê ya Edirneyê şandin Stenbolê.

Xebatên der barê koçberên neyasayî yên ku di demên cuda de li tevahiya Tirkiyê hatin girtin û bi awayekî berwext li Navendên Paşda Şandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr va tên ragirtin didomin. 

Di çarçoveya xebatên ku di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Neteweyî û Belgeya Stratejiya Koça Bêdestûr tên kirin de koçberên bêdestûr bi seferên charterê dişînin welatên wan. 

227 Efxanên ku dê bên dersînorkirin piştî karûbarên wan ji Navenda Paşda Şandinê ya Edirneyê bi otobêsan ber bi Stenbolê ve bi rê kirin. 

Efxan dê ji Stenbolê bi seferên charterê bo welatê wan bên şandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst