Geştyar ji ber erzan e berê xwe didin Tirkiyê

06-08-2022
Omer Sonmez
Di 6 mehan de nêzî 7 milyon geştyar serdana Stenbolê kirine
Di 6 mehan de nêzî 7 milyon geştyar serdana Stenbolê kirine
Nîşan Tirkiye Stenbol Geştyar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Bajarê qedîm Stenbola ku ji 3 împaratoriyan re paytextî kiriye, li cîhanê di nav lîsteya 50 bajaran da cih digre ku herî zêde tê serdankirin. Di 6 mehan de nêzî 7 milyon geştyar serdana Stenbolê kirine

Piştî asayîbûna rewsa pandemiyê, êdî geştyar bi hêsanî û bêyî asteng digerin. Bajarê Stenbolê ya Tirkiyê jî yek ji wan welatan e ku li cîhanê herî zêde geştyar serdan dikin. Li gorî amarên fermî ya Tirkiyê, di 6 mehên ewil a sala 2022yan de, derdora 7 milyon geştyar serdana Stenbolê kirine. Serdana geştyaran, ji bo beşekî esnaf û welatiyên Tirkiyê,dibe deriyê debar û qezencê. Li gorî sektora geştyariyê Tirkiye ji bo geştyarên biyanî gelek guncaw û erzan e. Lewra li hemberî dolar û euro  lîreyê Tirkî bênirx e. Lê heman tişt ji bo welatiyên Tirkiyê neguncaw e. Lewra piraniya wan ji ber bilindbûna dolar û bihabûnê ne dikarin biçin serdana welatekî biyanî bikin, ne jî dikarin li nav Tirkiyê bi dilrihetî betlaneya xwe bikin.

Geştyara Spanyolî Rakel dibêje: “Stenbol bajarekî xweş e. Em dixwazin bi têra dilê xwe bigerin."

Li gorî amarên Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Stenbolê, di 6 mehên ewil a sala 2022yan de, de 6 milyon û 755 hezar û 300 geştyar serdana Stenbolê kirine. Di meha Hezîranê de jî 1 milyon û 470 hezar û 586 geştyar serdana Stenbolê kirine û bi vî awayî li gor heman meha sala par hejmara geştyarên ku serdana Stenbolê kirine ji sedî 115 zêde bûye.

Geştyarê Îngîlîz Stefan jî got: “Em hefteya borî hatin Stenbolê. Em li Mizgefta Sultan Ahmed û Ayasofyayê geriyan. Hêj gelek cih hene em lê bigerin."

Geştyarê Siûdî Sultan Mihemed jî dibêje: “Em ji bo gerê hatin Stenbolê. Ev der pir xweş e, maşallah geştyar jî pir zêde ye.”

Di meha Hezîranê de ji 198 welatên cîhanê geştyar serdana Stenbolê kirine. (Di hejmara turîstên biyanî de ku di meha Hezîranê de serdana Stenbolê  kirine, bi 126 hezar û 507 kesî turîstên Alman di rêza ewil de cih digrin. Di rêza duyem de geştyarên Rûsya, pişt re İran, Amerîka, Brîtanya, Fransa û di rêza 7an de jî bi 45 hezar geştyaran Iraq û Herêma Kurdistanê cih digrin.)

Li gorî amarên TUIKê, bes di mehên Nisan, Gulan û Hezîranê de, li gor heyama sala par, dahata turîzmê ya Tirkiyê, ji sedî 190,2 zêde bûye û gihiştiye 8 milyar û 717 milyon dolarî.

Berpirsa Kompanyayeke Geştyariyê Buşra Altun jî got: “Ji ber rewşa bihayê pereyên biyanî Tirkiye ji bo turîstan dibe cihekê guncaw. Ev yek di berjewendiya turîstan de ye.”

Berpirsê Kompanyayeke Geştyariyê Halil Ozan jî wiha axivî: “Niha malbatek turîst dema hezar dolar hûr bike, dike 18 hezar lîreyê Tirkî. Ew dikare hefteyek, 10-15 roj bi rihetî betlaneya xwe bikin.”

Serdana geştyaran, ji bo beşekî esnaf û welatiyên Tirkiyeya ku bi krîza aboriyê re rûbirû ye û enflasyona wê pir bilind e, dibe deriyê debar û qezencê.Her wiha nûnerên sektora geştyariyê didin zanîn ji ber li hemberî dolar û euro bênirxbûna lîreyê Tirkî, dibe sedem ku ji bo geştyar zêdetir serdana Tirkiyê bikin, lewra ji bo wan erzan tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst