HDPê banga Şingalê li Parlamentoya Tirkiyeyê kir

 

Enqere (Rûdaw) –Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabahat Tuncelê bang li Parlamentoya Tirkiyeyê kir cîvineke awarte li ser êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurditanê were lidarxistin.

 

Sabahat Tuncel, îro di Parlementoya Tirkiyeyê de civîneke rojnamevaniyê çêkir.

 

Tuncelê ragihand ku ev 4 roj in rêxistina radîkal a Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li herêma Şingalê ya Başûrê Kurdistanê komkujiyê dike û xwest ku parlemento vê mijarê di civînek awarte de gotûbêj bike.

 

Parlamentera HDPê anî ziman ku DAIŞ ji bo Tirkiyeyê jî metirsiyek e û got:

 

“DAIŞê piştî Mûsil bi dest exist û ket nav Kurdistanê hûn bawer dikin ew nakevin nav Tirkiyeyê jî û eynî komkujiyan nakin. Divê parlemento li ser vê mijarê civînek awarte çêbike. Divê DAIŞ bilezûbez bê sekinandin. Derxistina wan ji wir tenê ji gelên Rojhilata Navîn re na lê ji hemû cîhanê re girîng e.”