RAPIRSÎ – Partiya yekem guherî, DEM Partî sêyem e

06-07-2024
Nîşan Rapirsî DEM Partî AK Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsiya Enstîtuya ÎdeaPolîtîkê “bê biryar” di rêza yekem de ne û DEM Partî bûye partiya sêyem.

Enstîtuya ÎdeaPolîtîkê li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna hezar û 824 kesan li ser hilbijartinan rapirsiyek kir.

Ji beşdaran pirsa “Eger îro hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî encaman, bê biryar bi rêjeya ji sedî 25,5an di rêza yekem de ne.

CHP piştî bê biryaran bi rêjeya ji sedî 21,6an di rêza duyem de ye.

AK Partî ji sedî 21 û DEM Partî jî ji sedî 12,4ê dengan werdigirin.

DEM Partî sêyem e

Dema rêjeya dengên “bê biryar” jî tên hesabkirin rêza partiyan û rêjeya dengên wan wiha ne:

CHP: Ji sedî 35,2

AK Partî: Ji sedî 34,3

DEM Partî: Ji sedî 12,4

MHP: Ji sedî 5,6

Yenîden Refah: Ji sedî 4,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,6

Partiya Zaferê: Ji sedî 3

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst