Zelensky dê serdana Tirkiyê bike

06-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Volodymyr Zelensky Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky sibe serdana Tirkiyê dike û bi Serokkomarê wî welatî Recep Tayîp Erdogan re dicive.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky roja Înê 7ê Hezîrana 2023an li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê RecepTayyîp Erdogan serdana bajarê Stenbolê dike.

Biryar e Zelensky di vê serdana xwe de bi Erdogan re civînekê pêk bîne. Her wiha civîneke berfireh di navbera şandên Tirkiye û Ukraynayê de jî dê bê kirin.

Li gor zanyariyan dê di van civînan de li ser pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê û Peymana Korîdora Dexlûdan gotûbêj bên kirin ku di 17ê Temûza 2023an de dema temam dibe. Herwiha peywendiyên Tirkiyê û Ukraynayê jî mijareke sereke ya civînan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst