Zilamekî hevjîn û xwesûya xwe kuşt, piştre xwe jî kuşt

06-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sariyerê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve, şeva 5ê Temûzê zilamekî piştî ku hevjîn û xwesûya xwe kuşt, xwe jî kuşt.

Li gor zanyariyan doh bi şev li Taxa Pinar a navçeya Sariyerê di navbera zilamê bi navê E.Ş. û hevjîna wî N.Ş. de nîqaş derket û piştî demekê ew nîqaşa di navbera wan de tund bû û veguherî şer.

Hatiye ragihandin, piştî tundbûna nîqaşê û şerê wan, kesê bi navê E.Ş. bi çifteyê hevjîna xwe N.Ş. û xwesûya xwe ya bi navê S.Ş. kuşt û piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Termên her sêyan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Qeymeqamtiya Sariyerê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, bûyer li Taxa Pinarê di demjimêr nêzîkî 19:45 de çê bûye û piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatine şandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst