Nîgeraniyên ji dubare xwe organîzekirina DAIŞê li Tirkiyê bûye rojev

06-07-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê hejmara endamên biyanî yên ser bi rêxistina DAIŞê zêde bûye û tenê roja Duşembê16 biyanî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Herwiha behsa desteserkirina berpirsekî payebilind ê DAIŞê li Stenbolê tê kirin.

Ev jî bû sedema nerazîbûna opozisyonê.

Serokê Giştî yê Partiya Zafer, Umit Ozdag li ser desteserkirina berpirsekî DAIŞê li Stenbolê rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê girt û got, “Serkirdeyê DAIŞê sê hefte berî niha li Stenbolê hat desteserkirin. Em hemû dizanin, Suleyman Soylu jî dizane eger serkirdeyê rêxistina terorîst a DAIŞê li Stenbolê hatibe desteserkirin, wê demê baregaha DAIŞê jî her li Stenbolê ye.”

Şûbeya Rûbirûbûna Terorê li bajarên cuda yên Tirkiyê nav bi nav operasyonên berfireh dike û desteserkirina endamên DAIŞê radighîne.

Di rojeva Tirkiyê de ew pirsyar ji hikûmetê tê kirin ka gelo DAIŞ piştî Sûriyê, dixwaze li Tirkiyê xwe organîze bike? Bi taybetî ku endamên DAIŞê sînor dibezînin û xwe dighînin Tirkiyê.

Hikûmeta Enqerê heta niha ti bersiveke van pirsyaran nedaye, di heman demê de pêdagiriya xwe bo rûbirûbûna DAIŞê radighîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar ragihandiye, “Artêşa me ya qehreman bi têgehiştina sînor namûsa me ye, asayîşa sînorên me diparêze. Li ser bingeha jinavbirina terorê ji çavkaniya wê ve, li nav welat û aliyê din ê sînor rûbirûyê rêxistinên terorîst FETO, PKK, YPG û DAIŞê dibin.”

Her li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, par endamekî DAIŞê bi navê Mihemed Elî li parêzgeha Çorumê hatiye desteserkirin ku çendîn belgeyên taybet bi xwe organîzekirina wê rêxistinê li Tirkiyê di mobayla wî de hebûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst