Derbarê parêzbendiya parlamentera DBPê Salihe Aydeniz de biryar derket

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê biryara rakirina parêzbendiya parlamentera DBP'ê ya Amedê Salîhe Aydenîz da.

Biryara rakirina parêzbendiya wê parlamentera Kurd piştî wê yekê hat ku wê parlamenterê doh Sêşembê 5ê Tîrmehê di komîsyonê de parastina xwe kiribû.

Biryara rakirina parêzbendiya wê parlamentera DBPê ji bo Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Destûra Bingehîn hat şandin.

Parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê  Salîhe Aydenîz derbarê rakirina parêzbendiya xwe de, roja Sêşembê 5ê Temûza 2022ê li Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiye parastina xwe kiribû.

Derbarê Parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê  Salîhe Aydenîz de bi hinceta ku di çalakiyeke  HDPê ya Stenbolê de li polîsekî daye dosye hatiye amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendiya wê dihat kirin.

Komîsyona navborî ku ji endamên Komîsyonên Destûrê û Dadê yên Parlamentoya Tirkiye pêk tên  bi serokatiya Parlamenterê AKPê Alî Ozkaya civiya bû û di civînê de li ser 5 dosyayên rakirina parêzbendiya Aydenîz gotûbêj hatibûn kirin.

Piştî civînê Alî Ozkaya ragihand ku Salîhe Aydenîz derbarê 4 dosyeyan de parastina xwe kiriye û Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê Meral Danişbeştaş jî bo dosyeyekê li ser navê Aydenîz parastin kiriye û gotibû: “Komîsyon sibe demjimêr 11 careke din dicive.”