Avrasya: 4 partî benda %7 derbas dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê, tenê 4 partî benda ji sedî 7 a hilbijartinê derbas dikin, herwiha dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) %1,5 ji dengên Partiya Dad û Geşedanê (AKP) zêdetir in.

Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê encamên rapirsiya ku ligel Kompanya 23 Derece bi hevbeşî hatiye kirin, eşkere kirin.

Li gor rapirsiyê tenê 4 partî benda %7 a hilbijartinê derbas dikin, ku ew jî CHP, AK Partî, ÎYÎ Partî û HDP ne.

Partiya Tevgera Netewperest a nejadperest (MHP) di bin benda ji sedî 7 a jilbijartimê de dimîne.

Rêjeya dengên partiyên ku wek “Maseya 6 partiyan” tên binavkirin %50 derbas kiriye û gihiştiye %51,8an.

Li gor rapirsiyê dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %34,5 e û dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %43,3 e.

Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê herwiha ragihandiye, rêjeya dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî %10,7 e.

Li gor rapirsiyê dengên partiyan wiha ne:

CHP: %29.9

AK Partî: %28.4

ÎYÎ Partî: %13.4

HDP: %10.7

MHP: %6.1

DEVA: %5.3

Seadet: %1.5

Partiya Zafer: %1.3

Partiya Pêşerojê: %1.2

Partiya Demokrat: %0.5

Yên din: %1.7