Li Tirkiyê hevdîtina şaredar û dîplomatên biyanî hat sînordarkirin

06-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê hevdîtinên şaredar û dîplomatên biyanî, dê bi mohleta Wezareta Derve ya Tirkiyê bên kirin.

Li Tirkiyê parêzgariyan bi nivîseke fermî şaredarî agahdar kirin ku ji niha û şûn de ji bo hevdîtinên bi dîplomatên biyanî re divê ji Wezareta Derve ya Tirkiyê mohlet bê wergirtin.

Li gor nivîsa parêzgariyan şaredar, hem ji bo hevdîtina rû bi rû û hem jî bo peywendiyên telefonî divê pêşwext ji Wezareta Derve ya Tirkiyê mohletê werbigrin.

Partiya Gel a Komarî (CHP) nerazîbûn dijî biryarê nîşan da û got; “ev biryar ji bo rêgirîkirina hevdîtinên şaredarên CHPê hatiye wergirtin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Seyît Torun got: “Nivîsa ku ji aliyê Parêzgariya Stenbolê ve bo Şaredariya Stenbolê hatiye şandin, li tevahiya welêt ji aliyê hemû parêzgehan ve bo şaredariyên me hatiye şandin. Şaredarên me ne fermanberên Koşkê ne. Nûnerên xelkê ne ku hatine hilbijartin û ji bo berjewendiya xelkê azad in ku bi her kesekî re hevdîtinan bikin. Şaredarên me li hember eqliyeta zextê serî natewînin.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ev hewldan tenê rizîbûna îdareya navendî nîşan didin, wekî din ti wateyeke wê nîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst