Kurê Gergerlioglu hat berdan

06-07-2021
RÛDAW
Nîşan Salih Gergerlioglu Omer Faruk Gergerlioglu HDP Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurê parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, Saih Gergerlioglu û 5 kesên din ku duh di dema çalakiya ji bo berdana wî parlamenterê de li pêşiya Girtîgeha Sincanê ya Enqerê hatibûn desteserkirin, şeva bihorî hatin berdan.

Li gor agahiyan, Salih Gergerlioglu û kesên desteserkirî piştî ku îfadeyên wan hatine wergirtin, hatine berdan.

Salih Gergerlioglu kurê Omer Faruk Gergerlioglu ragihandiye, ew dê çalakiyên xwe yên nerazîbûnê berdewam bikin.

Salih Gergerlioglu piştî berdana xwe sê peyamên kurt li ser hesaba xwe yê twitterê belav kirine.

Di twitta yekem de dibêje: “Silav li her kesî be, ez baş im, em baş in. Bavê min berdin.”

Kurê parlamenterê girtî yê HDPê di twitteke din de behsa wê yekê kiriye ku polîsan li hember wî tundî bikar anîne û ragihandiye: “Gelek cihên laşê min tijî şopên lêdanê ne. Li ser îşkenceyê pir tişt hene ku vebêjim. Ez dê niha hinekî bêhna xwe vedim.”

Salih Gergerlioglu di twitta sêyem de wêneyeke xwe li gel hejmarek kesên ji malbat û kesûkarên xwe belav kiriye û li ser nivîsiye: “Rûyên bişirî her dem biserdikevin.”

Roja Duşemê 5ê Tîrmehê Partiya Demokratîk a Gelan ji bo parlamenterê xwe yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu li ber deriyê Zindana Sincan a Enqerê çalakiya “Nobeta Edaletê” saz kir, lê ew çalakî rastî destwerdana hêzên polîsên Tirkiyê hat.

Çalakiya HDPê ji demjimêr 11:00 berî nîvro ve destpê kir û piştî çend demjimêran, beşdarên di çalakiyê de xwestin li ser navê HDPê têkildarî rewşa Omer Faruk Gergerlioglu daxuyaniyê bidin, lê hêzên polîs destwerdan kirin û alozî derket.

Polîsan herwiha Salih Gergerlioglu kurê parlamenterê HDP yê girtî Omer Faruk Gergerlioglu tevî hejmarek rayedarên HDPê û medyakar desteser kirin.

Çalakiya HDPê piştî biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ya derbarê parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu de tê, ku ragihandiye mafê Gergerlioglu hatiye binpêkirin û divê bê berdan.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê roja 1ê Tîrmeha îsal (beriya 4 rojan) derbarê Omer Faruk Gergerlîoglu de ku berî niha parlamenteriya wî hatibû hilweşandin, biryara xwe aşkere kir û ragihand ku “mafê xebata siyasî, ewlekarî û azadiya Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.”

Dadgeha Destûrê herwiha nivîsek jî arasteyî dadgeha xwecihî kir û daxwaz kir ku Gergerlîoglu bê azadkirin. Dihat çaverêkirin, ku li gor proseya hiqûqî, Gergerlîoglu bê berdan lê belê heta niha jî hikûmeta Tirkiyê biryara berdana wî cîbicî nekiriye.

Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaelî yê Tirkiyê bû û bi xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan û civaka sivîl tê naskirin, ji ber peyamên xwe yên li ser torên civakî derbarê wî de doz hatibû vekirin. Di encama wê dozê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li Gergerlîoglu hatibû birîn û dosya bo parlamentoyê hatibû şandin.

Biryara derbarê wî de roja 17ê Adarê li lijneya giştî ya parlamentoyê hatibû xwendin û parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.

Biryara dadgehê, rakirina parêzbendiyê û stendina mafê parlamenteriyê ji Gergerlîoglu karvedanên ciyawaz li pey xwe anîbûn û bûbû cihê nerazîbûneke mezin.

Omer Faruk Gergerlîoglu jî ku bi kar û xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan tê naskirin, li dijî wê biryarê li jûra fraksiyona HDPê bi daxwaza `dadperweriyê` dest bi çalakiyekê kiribû û ragihandibû heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryara dawîn nede ew ji parlamentoyê dernakeve.

Lê Gergerlîoglu roja, 21 Adara 2021, di roja pêncan a çalakiya xwe de li parlamentoyê ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin.

Herwiha piştî ku hatibû berdan, Gergerlîoglu roja 2ê Nîsanê vê carê jî li mala xwe hatibû desteserkirin û dîmenên desteserkirina wî jî belav bûbûn ku polîsan bi ser mala wî de girtibû û bi reftareke xerab ew desteser kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst