Hewlêr (Rûdaw) - Projeyasaya derbarê sendîkayên parêzeran de li Komîsyona Dadê ya parlamntoya Tirkiyê hat pejirandin. Serokên sendîkayên parêzeran jî ragihandin ku ew dê li ser çalakiyên xwe yên li dijî wê projeyasayê berdewam bin.
Projeyasa ji aliyê AKP û MHP ve hatibû pêşkêşkirin û hemû madeyên projeyasayê ku ji 28 madeyan pêk hatibû, bi dengên piraniya endamên AKP û MHP hat pejirandin.
Tê çaverêkirin roja pêncşema bê projeyasaya sererastkirina yasaya parêzeran bikeve karnameya rûniştina parleman de û deng li ser bê dayîn.
Sendîkaya parêzeran, fraksIyona CHPê û HDPê û IYI partî daxwaz dikin projeyasa bê hilweşandin ku ew dibêjin, hizra hejmara zêde ya sendîkayan, li gel madeya yek ya yasaya jimare 135 destûrê nagunce.
Li gor vê projeyasayê li bajarên ku hejmara parêzeran 5 hezaran zêdetir e, rê pê dayîn ku sendîkayeke din bê vekirin merc jî kombûna herî kêm 2 hezar parêzeran e li dor wê baroyê.
Herwiha li bajarên Îzmîr, Enqere û Stenbolê ku rêjeya ji sedî 68 a Yekîtiya Baroyan pêk tînin, rê tê dayîn baroyên nû bên vekirin û herwiha qebûlkirina endamtî û serlêdana bo baroyan dê neçar be.
Li aliyê din hejmareke zêde ya Sendîkayên Parêzeran ev heyamek e li dijî vê projeyasayê çalakiyan encam didin. Piştî meşa bo Enqerê, serokên sendîkayan ragihandibûn ku ew dê mîtîngeke mezin li Enqerê pêk bînin lêbelê Parêzgariya Enqerê rê bi mitîngê neda.
Li gor zanyariyan Sendîkayên Parêzeran dê li bajaran çalakiyên xwe berdewam bikin û dema gotûbêjên li ser wê projeyasayê li parlamentoyê destpêkirin, ew dê careke din biçin bo Enqerê.
Herwiha CHPê jî ragihandiye ku eger ew projeyasa bi heman rengî li parlamentoyê jî bê pejirandin û bikeve warê cîbicîkirinê, ew dê jib o rawestandina wê yasayê serî li Dadgeha Destûrê bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse