Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê serokwezîrên Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, di bin navê komele, sazî û weqfên îslamî de ciwanan tevger dikin, û ji bo cîhadê wan birêdixin, û ji îslama rast wan bidûr dixin.
Arinç piştî vekirina waqfa lêkolîn û şêwermendiya bi navê Ardevê li Stenbolê diyar kir ku, pêwîste lêkolîneke baş bê kirin û rê ji xebatên rêxistina ciwanên Tirkiyê re di bin navê îslam û cîhadê neyê dayin, lê tevî ku hin ciwan tevlî wan rêxistinên radîkal bûne jî, Ew rêxistin nikarin ciyê xwe li Tirkiyê çêbikin û berdewam bikin.
Bulent Arinç dest nîşan kir ku, ew bawer nake ku hijmarên hemwelatiyên Tirkiyê yên tevlî wan bûne gelek bin, lê eger kêm bin jî ji bo Tirkiyê geleke û kêmasiyeke mezine.
Cîgirê serokwezîrên Tirkiyê amaja bi ragihandina Xîlafa îslamî ji aliyê DAÎŞê li Îraq û Sûriyê kir û anî ziman ku, dibêjin ku ew rêxistin xîlafet ragihandiye, lê kiriyarên wan li dijî îslamê ye, dibêjin Laîlaha îllaalah û seriya dibirin, û bi her awayî tund û tûjiyê dikin.
Wek tê zanîn partiyên opozîsyona Tirkiyê gelek rapor derbarê rêxistinên îslamî yên radîkal li Tirkiyê ku bi sedan ciwanan tevger dikin û dibin navê cîhada îslamî wan dibin Sûriyê û Îraqê dan perlemana Tirkiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse