Berbijêrê CHPê yê ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê diyar bû

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Tekîn Bîngol Serokatiya Parlamentoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Enqerê Tekîn Bîngol bo postê Serokayetiya Parlamentoyê wek berbijêr hat nîşandan.

Roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an Serokê Firaksiyona Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand ku berbijêrê wan bo postê Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê parlamenterê wan ê Enqerê Tekîn Bîngol e.

Ev di demekê de ye roja Dûşemê 5ê Hezîrana 2023an Ak Partiyê jî ragihandibû ku berbijêrê wan bo postê Serokayetiya Parlamentoyê parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê û Cîgîrê Serokê Giştî yê wê Partiyê Numan Kurtulmuş e. ÎYÎ Partiyê jî parlamenterê xwe yê Stenbolê Cîhan Paçaci bo Serokayetiya Parlamentoyê wek berbijêr detnîşankiribû. Li aliyê din Partiya Çepên Kesk (YSP) ku HDP bi logo û navê wê beşdarî hilbijaretinan bibû û 62 kursî li Parlamentoyê hene, ragihandibû ku berbijêra wan bo Serokayetiya Parlamentoyê Parlamentera Edenê Tulay Hatîmoglullari ye.

Serlêdana bo berbijêriya Serokayetiya Parlamentoyê 6ê Hezîrana 2023an di demjimêr 24:00an de bidawî dibe.

Roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an dê yekem gera hilbijartina Serokayetiya Parlamentoyê bê kirin. Eger yek ji berbijêran, di du gerên destpêkê de 400 dengan bidest nexe, wê hilbijartin biçe gera sêyem, di gera sêyem de kesê ku dengê 301 kesan wergire biser dikeve, lê eger tu kesî ev deng bidest nexistibin, du kesên ku dengên herî zêde bidest xistine, wê di gera çarem de rikeberiyê bikin û berbijêrê ku dengê herî zêde wergire wê bibe Serokê Parlementoya Tirkiye.

Piştî ku Seokê Parlementoyê hat hilbijartin bi heftiyekê, wê Dîwana Serokê Parlementoyê were destnîşankirin. Her wiha wê Wekîlê Serokê Parlementoyê, Endamên Rêveberiya Îdarî û Katip werin destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst