ORC: %67 xelkê daxwaza hilbijartina pêşwext dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor kompanya rapirsiyê ya ORC li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %67 xelkê daxwaza hilbijartina pêşwext dike.

Rapirsiya ORCê encamên rapirsiya dawî ku di meha Hezîranê de kiribû eşkere kir.

Li gor kompanya rapirsiyê ya ORC rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %34.8 e û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %44.4 e. Dengên HDPê jî %7.5 e.

Li gor heman encaman %67.2yê beşdarbûyan daxwaza hilbijartineke pêşwext dikin. Herwiha dengên Tifaqa Millet ji ya Tifaqa Cumhur %9.6 zêdetir derketin.

Li gor bersivên welatiyên rêjeya dengên partiya wiha ne:

AK Partî: %27.7

CHP: %23.8

ÎYÎ Partî: %20.6

HDP: %7.5

MHP: %7.1

Partiya Pêşerojê: %2.1

DEVA: %1.9

Seadet: %1.7

Partiya Guherîna Tirkiyê: %1.7

Partiya Tirkiyê ya Mezin: %1.6

Partiya Yekitiya Mezin: %1.5

Partiya Memleket: %1.1

Partiya Ji Nû ve Xweşguzarî: %0.8