Serokê GENARê: Kurdan ji CHPê re kredî venekiriye

07-06-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş ragihand ku CHP û HDP tifaqê dikin, lê CHPê li Bakurê Kurdistanê ti dengan nastîne, ew jî tê wateya ku Kurdan ji wê partiyê re “ti krêdî nevekiriye.”

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş beşdarî bultena Rûdawê bû û encamên rapirsiyên xwe yên vê dawiyê nirxand.

Îhsan Aktaş diyar kir ku li gor encamên rapirsiya wan rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur a AK Partî û MHPê derdorra ji sedî 55ê ye û got: “Dengên CHPê jî derdora ji sedî 23.5ê ye. Dengên HDPê jî weke her derdora  ji sedî 10 heta ji sedî 11ê ye û ti caran nayê guhertin. Dengê AK Partiyê jî ji sedî 44.5 e.

Bi gotina Îhsan Aktaş, di vê rewşa niha de xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bala xwe nade Partiya DEVA ya bi serokatiya Alî Babacan û Partiya Paşeroj a bi serokatiya Ahmet Davutoglu û rêjeya dengê wan partiyan derdora ji sedî 0.5 e.

Aktaş dibêje li Tirkiyê heta ku desthitldarî berbelav nebe û hêza xwe ji dest nede, partiyên biçûk li ber çavan nayê girtin.

Di beşeke din a axavtina xwe de Aktaş got: “HDPê bi zelalî ji CHPê re got, piştevaniya dengan ji me wergirt, li me weke muameleya girûbûnê nekin. Wate dibêje eger hûn bi eşkere hevpeymaniyê ligel me bikin werin em bi hev re rûnin, na eger hûn dengê me werbigirin û paşê weke hûn xwe ji me dûrbixin, em wê yekê qebûl nakin.

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê herwiha destnîşan kir ku CHPê çend şaredarî bi dengê Kurdan wergirt, lê paşê Kurd tine hesab kirin û got: “Ez nizanim kesên dengê xwe didin HDPê çiqas ji vê yekê razî ne. Dengdêrên Kurd çûn ser sindoqan û Ekrem Îmamoglu yê CHPyî kirin şaredar. Qezanca HDPê di vî karî de çi ye ez nizanim. CHP û HDP tifaqê dikin lê li başûrê rojhilat (mebesta wî Bakurê Kurdistanê ye) CHP ti deng wernegirtin. Ev tê wateya ku Kurdan ji CHPê re ti kredî nevekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst