CHP: Bila Cizîr û Gever jî bibin parêzgeh

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu diyar kir, bila Colemêrg û Şirnex weke parêzgeh bimînin û Cizîr û Gever jî bibin parêzgeh.

 

Kemal Kiliçdaroglu di cîvina koma partiya xwe de axivî û li ser daxwaza Erdogan a ku gotibû bila Cizîr û Gever bibin parêzgeh, destnîşan kir, ku bila Colemêrg û Şirnex weke parêzgeh bimînin û Cizîr û Gever jî bila bibin parêzgeh.

 

Kiliçdaroglu got: “Colemêrg ji bajarên me yên herî kevnar e. Ji damezrandina komarê ve parêzgeh e û ev wisa berdewam bûye. Piştre ji ber bûyerên terorî Şirnex jî bû parêzgeh. Armanca me ew e ku Colemêrg rabe ser piyan û di nav aştiyê de bijî. Herwiha ji bo Şirnex jî tê gotin, cihê Keştiya Nûh li wir e.”

 

Serokê Giştî yê CHPê bal kişande ser wê yekê, beriya vêya jî daxwaz hatibû ku Gever û Cizîr bibin parêzgeh, lê ew îtiraz kiribûn û got: “Daxwazek hatibû ku Gever û Cizîr bibin parêzgeh, me îtiraz kir. Dêvla 81 bila bibe 83 parêzgeh. Bila Colemêrg jî weke parêzgeh bimîne, Şirnex jî.”

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 24ê Gulana 2017an de aşkere kiribû, ku dêvla Şirnexê, Cizîr û dêvla Colemêrgê jî Gever dê bibin parêzgeh.