TAK: Biryara şer hat dayîn; bajarên Tirkiyê dê bibin qada şer

06-06-2017
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) gef li Tirkiyê xwar û ragihad ku ew kes û hêzên ku Tirkiyê ji bo razemenî û tûrîzmê weke welatekî ewle dibînin hişyar dikin.

 

TAKê di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek weşand û gef li Tirkiyê xwar û destnîşa kir ku hemû bajar û herêmên tûrîstîk ên Tirkiyê ji bo me qada şerin.


Di daxuyaniyê de TAKê amaje bi vê yekê kiri ye ku “li hember şerê ku dewleta Tirk li hember gelê Kurd daye despê kirin, ew dê rehmê bi komara Tirkiyê nekin.”


TAKê diyar kiriye ku “şerê li Kurdistanê dimeşe”, ji bo a sedema tolhildan û çalakiyê ye û radigihîne:


“Em kes û hêzên ku Tirkiyeyê ji bo razemenî û tûrîzmê weke welatekî ewle dibînin hişyar dikin. Hemû bajar, , metropol û herêmên tûrîstîk ên Tirkiyê ji bo me qada şerin û emê çalakiyên xwe ji yên berê zêdetir lidarbixin. Biryara şer hatiye dayin û artêşa fedayî ya şer hatiye avakirin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst