Buldan: HDPê bi ti kesê re bazarên qirêj nekirine

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di mîtînga Partiya Çepa Kesk de ragihand, “HDPê bi ti kesî re û li ti cihî li pişt deriyên girtî bazarên qirêj nekirine û nake. Me her tişt bi awayek vekirî, eşkere kiriye û li pêş kamerayan gotiye.”

Hevseroka HDPê Pervin Buldan roja 6ê Gulanê di mîtînga Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Antalya de bersiva gotinên ku rêveberên Hevpeymaniya Cumhur di mîtîngê xwe de dikin ku dibêjin HDPê û Hevpeymaniya Millet li pişt deriyên girtî bazarên qirêj kirine da.

Buldan dibêje wan ti bazareke veşartî tuneye û wan her tişt bi awayek eşkere kiriye.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan dibêje: “Dibêjin HDPê bi Hevpeymaniya Millet re li pişt deriyên daxistî bazarên qirêj kiriye. Em ji vir eşkere dibêjin: HDPê bi kesekî re, ti wextî, li ti cihî li pişt deriyên daxistî bazarên qirêj nekirine, nake. Me çi kiribe, me vekirî û eşkere kiriye, me li pêş kamerayan gotiye. Ji ber dibînin ku winda dikin dest bi propagandayên bi vî awayî kirine.”