Wezareta Derve ya Tirkiyê: Îro li 22 welatan deng tên dayîn

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Wezareta Derve a Tirkiyê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku îro Şemiyê li 22 welatan sindoq hatine danîn û dê welatiyên Tirkiyê bikaribin dengê xwe bo hilbijartinên 14ê Gulanê bidin. Wezareta Derve ya Tirkyê îro Şemiyê 6ê Gulana 2023an cihên sindoqên 22 welatan ragihand.

Li gor daxuyaniya wezaretê îro li welatên Belarus, Brezîlya, Estonya, Komara Afrîqeya Başûr, Karadax, Koreya Başûr, Kosova, Litvanya, Malezya, Malta, Moldova, Nijerya, Pakistan, Portekiz, Sirbistan, Singapur, Slovakya, Tanzanya, Tayland, Turkmenistan û li Zelanda Nû sindoqên hiljijartinên 14ê Gulanê hatine danîn û welatî dikarin dengên xwe bikar bînin.

Li gor malpera fermî ya Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye (YSK) di nav hefteyê de û dawiya hefteyê welatiyên Tirkiyê dikarin di navbera demjimêrên 09:00 û 21:00ê de, li bajarên girêdayî serkonsuxaneyan jî demjimêr 09:00 heta 18:00an deng bidin.

Herwiha ji bo Balyozxaneya Bexdayê demjimêr 09:00- 19:00 û ji bo Balyozxaneya Kasselê jî demjimêr 09:00-18:00 hatiye diyarkirin. YSKê ragihandibû ku di çarçoveya hilbijartinên 14ê Gulanê de 3 milyon û 416 hezar û 98 dengder dê bikaribin li derveyî Tirkiyê dengê xwe bidin.

Li gor zanyariyan di roja 10emîn a dengdana li derveyî Tirkiyê de hejmara welatiyên dengê xwe bikar anîne gehiştiye 1 milyon û 350 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst