Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyariya lehiyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo seranserî wî welatî hişyariya baranê daye û dibêje li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdisanê û li parêzgehên Çanakkale, Balikesir û Bursayê yên Tirkiyê egera lehiyê heye û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Şemiyê 6ê Gulana 2023an ragihand ku li hemû herêmên Tirkiye û Bakurê bo dema 4 rojan baran dibare û li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî ligel baranê toz dibare.

Li gor daxuyaniya saziya navborî ji îro Şemiyê 6ê Gulanê û pê ve di nav 4 rojan de li seranserê Tirkiyê baran dibare û li parêzgehên Dêrsim, Çanakkale, Balikesir û Bursayê eger heye lêhî rabe.

Her wiha li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî toz dibare û mesafeya dîtinê kêm dibe û ji bo çûnûhatina welatiyan hişyarî hatiye dayîn.

Tê pêşbînîkirin li herêmên Tirkiyê pileya germê di navbera 3 heta 5 pileyan dakeve û li Bakurê Kurdistanê jî pileya germê di navbera 2 heta 4 pileyan de zêde bibe.