Li Îskenderunê kolan di bin avê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îskenderunê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ji ber lodosê (bayê şûr) asta ava deryayê zêde bûye û hejmarek kolanên navçeyê di bin avê de man.

Li navçeya Îskenderunê îro Şemiyê 6ê Gulana 2023an ji ber lodosa şeva borî asta avê zêde bûye û kolanên navenda navçeyê di bin avê de mane û çûnûhatina otomobîlan zehmet bûye.

Her wiha ji ber ava zêde hişyarî hat dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst werbigirin.

Tîmên girêdayî şaredariya navçeyê jî dest bi kar û xebatên xwe kirine da ku bikaribin rewşê asayî bikin.