Li Hatayê qeza: 12 mirî û 31 birîndar

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hatay Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakya ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê barhilgirekê li rakêşerekê da û piştî li 11 otomobîlên din da karî raweste. Di bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer şeva Şemiyê 6ê Adara 2023an li ser rêya serekî ya Îskenderun-Antakyayê qewimî. Barhilgirekê li rakêşerekê da û çû aliyê din ê cadeyê û li neh otomobîl û du minîbûsan da ku li qeraxê rê bo merasîma şandina hejmarek serbaz bo erkê serbazî rawestiyabûn.

Di bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku di bûyereke trafîkê de li navçeya Antakya ya Hatayê 12 kesan canê xwe ji dest dane û 31 kesên din jî birîndar bûne. Herwiha diyar kir ku rewşa tendirûstî ya sê birîndaran giran e.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirûstî, vemirandina agir û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û tîmên vemirandina agir jî ew agir vemirandin ku piştî bûyerê bi barhilgirê ketibû.

Şahidê bûyerê Alî Sarraç jî got ku ji otomobîlên ku li hev ketin yek wergeriya ser aliyê rastê û li otomobîlên ku ji bo merasima oxirkirina leşkeran disekiniya xist û agir derket.

Bi gotina Sarraç hin kesên di qezayê de mirin şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst