Mîtînga Hevpeymaniya Millet a li Stenbolê: Em Tirkiyê radestî kesekî nakin

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di mîtînga Hevpeymaniya Millet a li Stenbolê de got: “Em dê Dewleta Komara Tirkiyê radestî kesekî nekin û gotina ku ji devê tenê yek kesê derbikeve em qebûl nakin. Em dê bi hev re rêveberiya welat bikin. Em dê bi aqil bi rê ve bibin. Em dê bi zanebûn, azmûn û exlaq rêveberiyê bikin. Em dê cudakariyê nekin.”

Hevpeymaniya Millet îro Şemiyê 6ê Gulana 2023yan li navçeya Maltepe ya Stenbolê bi beşdariya Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê  Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş mitîngeke hevbeş saz kir.

Kiliçdaroglu di mitîngê de gotarek pêşkeş kir û got: “Hûn ji bo guhertinê amade ne? Hûn amade ne ku demokrasiyê bînin Tirkiyê? Hûn amade ne ku qîmetê bidin xwêdana xwe? Hûn amade ne Tirkiyeyek ava bikin ku li vî welatî zarokek birçî neçe nav nivînan? Hûn soz didin? Ez jî sozê didim we, tu zarok li vî welatî birçî neçe nav nivînan. Li vî welatî elektirîk, av û gaza siruştî ji ti malbateke feqîr nayê qutkirin. Em dê vî welatî bikin wek bihuştê û bi hev re di nava aştiyê de bijîn.”

"Ez dê bibim Serokê 85 milyon kesî"

Kiliçdar got: “Ez dixwazim ku hûn piştrast bin ku ez dê bibim Serokê 85 mîlyon kesî. Ez dê bêyî cudahî, bêyî ku kesî biçûk bixe, bêyî ku nasname, bawerî û jîyana kesî bipirse dê bibim Serokê 85 milyon însanan. Û ez soz didim ku bi edalet û hiqûqî xizmeta 85 milyon însanan bikim.”

Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyê ji demokrasiyê dûr ketiye û got: “Divê em aştiyê bînin welat. Wiha li me kirin ku em ji nasnameya cîranên xwe gumanê bikin. Wan wiha kir li mirov gumanê bibe ser baweriya hev. Em dê Tirkiyê ji vir derxin. Ji bo vê hêza herî mezin hûn in. Em dê bi we re bimeşin. Xortno, hûn li vir in? Zêdeyî 800 hezar ciwan dê li Stenbolê bo cara yekem li ser sindoqan dengê xwe bidin. Û hûn dê desthilatdariyeke otorîter bi rêbazên demokratîk veguherînin. Hûn dê ne tenê ji dîroka me ya siyasî, herwiha ji dîroka siyasî ya cîhanê re jî diyariyek girîng bihêlin. Ev rûmet besî we ye.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bal kişand li ser çareserkirina pirsgirêan û got: “Dema em bi hev re têbikoşin, li Tirkiyê pirsgirêkek ku neyê çareserkirin tune ye, hemû pirsgirêkên dê çareser dibin. We berî niha li serokên me guhdarî kir. We guh da Şaredarên me yên Enqere û Stenbolê. Em bi hev re derketin rê. Em bi aqilekî hevpar derketin rê. Em dê dewleta Komara Tirkiyê radestî kesekî nekin. Em dê gotina ku tenê ji devê mirovekî derkeve qebûl nekin. Em dê bi hev re bibin desthilatdar û rêveberiyê bikin. Em dê bi aqil bi rê ve bibin. Em dê bi zanebûn, azmûn û exlaq rêveberiyê bikin. Em dê bi tu awayî cudakariyê nekin. Soza min soz e ez dê bihara bînim vî welatî. Ez dê aştiyê bînim vî welatî. Hûn dê bibînin. Em dê her kesî hembêz bikin. Em zirarê nadin kesî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst