Erdogan: Em dê welat ji PKKê re nehêlin

06-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Recep Tayip Erdogan Mêrsin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Mêrsînê de got: “Ev hilbijartina hebûnê ye. Em ê di vê hilbijartinê de welat ji PKKê re nehêlin. Eger dostên PKKyî yên bay bay Kemal hebe, yê me jî miletê me ye.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 6ê Gulana 2023yan di mitînga partiya xwe ya ku li Baxçeya Miletê ya Mêrsînê hat lidarxistin de axivî.

Recep Tayyip Erdogan ji kesên li qadê kom bûne roja dengdayînê xwest ku ne tenê ew, lê bila nas, dost, xizm û mirovên xwe jî ji bo dengdayînê bibin ser sindoqan û wiha axivî: "Ev hilbijartina hebûnê ye. Em dê di vê hilbijartinê de welat ji terorîstan re nehêlin. Em dê welêt ji PKKyê re nehêlin. Eger dostên PKKyî yên bay bay Kemal hebe yê me jî miletê me ye. Ev gel kesên ku ji bo alîkariya serokomar, yek du wezîrtî, sê çar wekîltiyan dahatûya welat pêşkêşî armancên veşartî yên emperyalîstan dikin ji bîr nake."

Erdogan amaje bi wê yekê kir li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê gerîlayên PKKê nemane û çavkaniya petrolê ya herî mezin a li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hate dîtin û got: "Me ev çavkaniya biqasî 80 milyar dolarî da bin emrê gelê xwe. Pereyê enerjiyê ya 100 milyar dolarî ya ku ji bêrika Tirkiyê diçû dervayî welat dê êdî di bin emrê gelê me de be. Em dê beşeke gaza ku me li Behra Reş dît ji bo hilberîna gubreyê bikar bînin û di vê mijarê de cotkarên xwe rehet bikin. Em bi zêdekirina hilberîna êm piştgiriyê didin ajalvaniya xwe û pêngavên ku dê bihayê goşt kêm bike diavêjin."

Serokomarê Tirkiyê Erdogan herwiha got ku "Em dê dawiyê li maseya hevpeymaniya ku astenga dawîn a li ber xeyala me ya Sedsala Tirkiyê ye bînin û di dilê wan de bihêlin û paşê bi awayekî ewledartir li dahatûya welatê xwe binêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst