Çavuşoglu dîroka civîna 4 alî ya li Moskowê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku civîna 4 alî ya di navbera Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê de dê 10ê Gulanê li Moskowê bê kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser civîna 4 alî ya di asta wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê Îranê de got, dîroka wê zelal bûye û dê di 10ê Gulana 2023an de li Moskowê bê kirin.

Her wiha li ser beşdaran Çavuşoglu amaje bi wê yekê da ku heta niha ne zelal e ji Îranê kî beşdar dibe û eger Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Emir Abullahiyan ji ber çûna xwe ya Afrîkayê nikaribe beşdar bibe, li cihê wî dê berpirsekî din beşdar bibe.

Çavuşoglu derbarê mijara Sûriyê de rexne li gotinên berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu girtin û anî ziman, “Birêz Kiliçdaroglu dibêje YPG ne rêxistineke terorê ye. Di belgeyên leşkerî û fermî yên Amerikayê de çi tê gotin? YPG berdewamiya PKKê ye. Her çiqasî piştgiriya wan bikin jî ev tişt di belgeyan de heye. Li NATO heye û li her derê. Hemû kes vê yekê dizane. Kiliçdaroglu dibêje em dê ji Sûriyê vekişin û li wê derê ti karê me nîne. Dibêje em dê operasyonên li Iraqê rawestînin. Eger em ji wan deran vekişin tê wateya ku gefa terorê bê sînorê me. Di heman demê de tê wateya pêleke mezin a koçê ji bo ber deriyê me.”

Civîna 4 alî yekemîn car e ku dê di asta wezîrên derve yên wan welatan de bê kirin û desthilata AK Partiyê berî hilbijartinên 14ê Gulanê vê yekê wek serkeftinekê dibîne ku opozîsyon di wê baweriyê de ye divê Tirkiye ji Sûriyê vekişe.