Piştî 8 salan bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hat

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Cureya F ya Îmraliyê bi parêzerê xwe re hevdîtinek pêk anî.

 

Buroya Hiqûqê ya Asrin bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2ê Gulana 2019an de Abdullah Ocalan li Girtîgeha Cureya F ya Îmraliyê bi parêzerê xwe re hevdîtinek pêk anî.

 

Buroya Hiqûqê ya Asrin herwiha eşkere kir ku îro di demjimêr 15:00ê de li Hotela Taksim Hill li ser hûrgiliyên hevdîtinê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

 

Abdullah Ocalan ji 27ê Tîrmeha 2011an ve bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiribû, herî dawî di 12ê Çileya 2019an de birayê wî Mehmet Ocalan pê re hevdîtinek kiribû.