Cîgira Serokê Giştî ya CHPê ji peywira xwe îstifa kir

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Gel a Komarî (CHP) Selin Sayek Boke dest ji karê xwe yên di nava partiyê de berda.

 

Parlamentera Îzmîrê ya CHPê Selin Sayek ku di heman demê de Cîgira Serokê Giştî ya CHPê ye ji ji wezîfeyên xwe îstifa kir.

 

Selin Sayek Boke îstifaya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê Twitterê da bihîstin û ragihand ku di referandûma 16ê Nîsanê de li Tirkiyê herî kêm ji sedî 50yê hilbijêran li dijî "rejima yekmirovî" derketin lê partiya wê erka xwe bicih neaniye lewma wê dest ji karê xwe yê di nav partiyê de berdaye.

 

Bokey destnîşan kir wezîfeya dikeve ser milê CHPê ne ew e tiştên nerewa, rewa bike ya divê bike ew e ku ji bo derxistina rastiyê tevlî gel birêvebirina têkoşîna siyasî bibe û wiha domand:

 

"Nêrîna rêveberiyê ya wê CHPya ku divê bibe îradeya herî xurt a NAyê, di şûna xurtkirina dengê milyonan û demokrasiyê de, bûye sedema ku li ser bingeha partiyê û demokrasiya nav partiyê de bê nîqaşkirin. Di partiyeke civakî û demokrat de wezifeya rêveberiya partiyan, biryarên disîplînî û siyasî bispêre lijneyên partiyê nîne, karê wê ew e ku fikr û ramanên cihê yên di partiyê de bi awayekî baş tevlî pêvajoyên partiyê bike û di lijneyên partiyê da bide xebitandin."

 

Parlementera CHPê amaje bi wê yekê kir ku ew naxwaze bibe perçeyeke rêveberiya niha ya partiye û lewma ew dest ji karê xwe yên di nava partiyê de berde.