Encamên dawî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, ragihand ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de rêjeya beşdarbûnê 89.48% bû ku li gorî hilbijartinên 2009an 4.19% zêde bibû.

Encamên fermî yên hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê yên Tirkiyê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a wî welatî ve hat eşkerekirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokê komîsyonê Sadî Guven, di civîneke rojnamevaniyê de encamên hilbijartinên herêmî û rêjeya beşdariyê eşkere kir û got, di hilbijartinên 30ê Adarê  li bajarên mezin de, ji 40 milyon û 727 hezar û 194 kesên ku mafên wan ên dengdanê hebû 36 milyon û 440 hezar û 968 kesan deng dank u dike 89.48%.

Sadî Guven da zanîn, ev rêje li gorî rêjeya beşdariyê ya hilbijartinên 2009an bi qasî 4.19% zêde bibû.

Di hilbijartina şaredarên navçe û bajarokan de jî 48 milyon û 727 hezar û 241 dengderan 43 milyon û 459 hezar û 938 kesan deng dan ku ev jî dike 89.2%.

Li gorî agahiyên serokê komîsyonê, di hilbijartinên 30ê Adarê de encamên hilbijartinan li 13 deveran hatin betalkirin her wiha AKP 131 caran bertek nîşanî encamên hilbijartinan da ku 6 jê hatin qebûlkirin û yên din jî hatin redkirin, CHPê 87 caran bertek nîşan da ku 5 jê hatin qebûlkirin û yên din jî hatin redkirin, MHPê 50 caran bertek nîşan da ku 5 jê hatin qebûlkirin û yên din jî hatin redkirin, Partiya Saadetê jî 10 caran bertek nîşan ku 1 jê hat qebûkirin û yên din jî hatin redkirin.

Encamên fermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê li ser asta bajarên mezin wiha ne:

AKP: 45.54%

CHP: 31.04%

MHP: 13.65%

Encamên fermî yên hilbijartinan li ser asta şaredariyên navçe û bajarokan jî wiha ne:

AKP: 43.13%

CHP:26.45%

MHP:17.76%