Du otomobîl li hev qelibîn: 5 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çarşambayê ya parêzgeha Samsunê ya Tirkiyeyê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes mirin.

Li herêma Karaagaçê ya li ser rêya Samsun û Orduyê, şeva otomobîla ku Z.A. diajot ji rê derket û derbasî aliyê din ê rê bû li otomobîla şofêrê wê T.A. qeliband.

Di encama bûyerê de şofêr Z.A. yê 59 salî, şofêr T.A. yê 33 salî, G.A. yê 49 salî û A.A. yê 58 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û E.A. yê 24 salî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê E.A. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.