Rapor: Di mehekê de 25 jin hatin kuştin

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku di meha Adarê de 25 jin hatine kuştin.

Li gorî rapora Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin di Adara îsal de li seranserê Tirkiyeyê 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û kuştina 21 jinan jî bi guman e.

Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Adara 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 25 jin hatine kuştin û 21 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Herwiha li gorî raporê 3 ji wan jinan ji ber ku xwestiye ji hevjînê xwe veqetin û lihevkirin red kirine hatine kuştin.

Jinek jî bi hinceta aboriyê hatiye kuştin lê sedema kuştina 21 jinan nehatiye diyarkirin.

Jin ji aliyê kê ve hatine kuştin?

13 - Hevjînê xwe

2 - Hevjînê xwe yê berê

3 - Xoşewîstê berê

2 - Kur

1 - Bav

1 - Xoşewîst

1 - Bira

1 -  Nenas

1 - Kesê ew revandiye

Li gorî raporê jin herî zêde li malê hatine kuştin ku hejmara wan 17 e û ev jî ji sedî 68ê kuştina jinan e.

Herî zêde jin li kû derê hatine kuştin?

17 - Mal

6 - Kolan

1 - Cihê kar

1 - Cihekî vala

Jin çawa hatine kuştin?

15 - Çek

10 - Amûrê birînê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst