Ciwan daxwaza azadî û başbûna rewşa aboriyê dikin

06-04-2023
Omer Sonmez
13 mîlyon ciwan xwedî mafê dengdayînê ne
13 mîlyon ciwan xwedî mafê dengdayînê ne
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Ciwan Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de wê 62,4 mîlyon dengdêr dengê xwe bikar bînin. Jê 13 mîlyon ciwan in û temenê wan di navbera 18 û 29 salî de ne. Wê jê 6,5 mîlyon ciwanê “nifşê nû” jî cara ewil di hilbijartinan da dengê xwe bikar bînin. Ango wê meyl û tercîha ciwanan bandorê bide ser encamên hilbijartinan. Ciwan bes bi dengê xwe na, dixwazin ew di qonax û pêvajoyên biryardayînê de xwedî erk û biryar bin.

 Li Tirkiyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de dê 13 mîlyon ciwanên temenê wan di navbera 18 û 29 salî de ne denge xwe bikar bînin. Wê jê 6 mîlyon û nîv ciwanê “nifşê Z” jî cara ewil di hilbijartinan da dengê xwe bikar bînin. Yanê wê meyl û bijartina ciwanan bandorê bide ser encamên hilbijartinan. Ji loma jî partiyên siyasî hewl didin ciwanan razî bikin. Ciwan bes bi dengê xwe na, dixwazin ew di qonax û pêvajoyên biryardayînê de jî xwedî erk û biryar bin. Ciwan herî zêde ji ber nebûna azadiya fikrî û ji ber rewşa xirab a aborî bi gilî û gazinc in. Li gorî lêkolîneke, ji sedî 89ê ciwanan dê teqez di hilbijartinan de dengê xwe bikar bînin. Li gorî şîrovekarên siyasî ciwan daxwaza guhertinê dikin.

Xwendekarê Zanîngehê Asim Eren Guven dibêje: “Niha azadiya fikr û ramanê pirsgirêka sereke ye. Ciwan nikarin xwe azad bidin îfadekirin. Ez ê cara ewil di hilbijartinan de deng bikar bînim. Helbet pirsgirêkên aboriyê jî heye. Lewra polîtîkayên aboriyê rasyonel nîne.”

Xwendekarê Zanîngehê Ahmet jî got: “Ez dê cara ewil di hilbijartinan de deng bidim. Daxwaza ciwanan azadî ye. Helbet em gelek tiştên din jî dixwazin, lê daxwaza me ya bingehîn azadî ye. Em dixwazin bi rihetî biaxivin.”

Li gorî statîstîka meha Çileyê ya saziya fermî ya Tirkiyê TUIKê, rêjeya bêkariya ciwanan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 20,2yan. Yanê ji 5 ciwanan yek bêkar e. Ji loma jî ciwan herî zêde ji ber rewşa xirab ya aborî û nebûna derfetên kar bi gilî û gazinc in.

Xwendekara Zanîngehê Beyza jî got: “Em welatekî demokrat a rasteqîn dixwazin. Lê mixabin ji zûda ye em ji demorkasiyê dûr in. Her wiha em dixwazin bi hêsanî debar bikin. Ez him xwendekar im, him jî dixebitim. Him xwendekarî, him jî xebatkarî pir zor e.”

Li gorî lêkolîna meha Sibatê ya “Rapora Tirkiyê”; ji sedî 89ê ciwanan wê teqez dengê xwe bikar bînin, ji sedî 9 bêbiryar in, ji sedî 2 jî wê teqez dengê xwe bikar neynin.

Xebatkar Mert jî got: “Helbet dê bandora ciwanan li ser encamên hilbijartinê hebin. Me herî dawî di hilbijartinên herêmî de dîtin. Lewra şaredariyên Enqere û Stenbolê ku digotin nayên guhertin bi saya ciwanan hat guhertin. Niha jî hejmarek zêde ciwan wê deng bidin.”

Li Tirkiyê kesên temenê 18 salî ye xwedî mafê bijartin û hilbijirînê ye. Di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de, 8 parlamenterên temenê wan di navbera 18-29 salî de ne ketin Parlamentoyê.

Li Tirkiyê 13 mîlyon ciwanên temenê wan di navbera 18 û 29 salî de ne wê di hilbijartinan da dengê xwe bikar bînin. Ew her çiqas xwedî bîr û baweriyên cuda yên siyasî û îdeolojik bin jî daxwaza wan hemûyan zêdekirina azadî û başbûna rewşa aboriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst