Li Îzmîrê di meha Nîsanê de teyrokê erd spî kir; Xelk matmayî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê  li rojavayê Tirkiyê ku devereke geştyariyê ye, teyrok û zîpikê erd spî kir. Di demekê de ku xelk li benda germbûna hewayê bûn, teyrokê lê kir û welatî matmayî man.

Hinek kes vê yekê bi guherîna keşûhewayê ve girê didin, hinek jî dibêjin êdî ew nema karin pêşbîniya keşûhewa û werzan bikin û divê fêrî rewşa nû bibin.

Di meha Nîsanê de ku xelk li bendê ne hewa germ bibe, ji nişka ve teyrokeke zêde barî û welatî matmayî man.

Ev navçe yek ji navendên geştyariyê yên bi nav û deng e li Tirkiyê.

Welatiyek bi navê Berna Cengiz ragihand, “Ez matmayî mame! Ez bi xwe xelkê Deryaya Reş im û di vê demsalê de tiştekî wiha li wir jî ne normal e, li vir dîtina tiştekî wiha ez matmayî hiştim. Wiha diyar e em jî di nav krîza guherîna keşûhewayê de ne.”

Herçiqas Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê hişyarî dabû ku egera barîna baranê heye, lê xelkê vê deverê ne li benda barîneke bi vî awayî bûn û hinek ji welatiyan berê xwe dane peravên deryayê, daku dîmenên balkêş ên teyrokê li pey xwe hiştine bibînin.

Niyazî Turhan yek ji wan kesan e û dibêje: “Ez Îzmîriyekî 37 salî me, cara yekê ye tiştekî wiha dibînim. Ez di şokê de me, hatime wê bibînim. Ez wiha difikirin ev girêdayî guherîna keşûhewayê be.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê jî li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê barîna terokê de peyamek belav kiriye û nivîsiye: “Di Nîsanê de dîtina van dîmenan, tê wê wateyê ku krîza guherîna keşûhewayê ne li ber deriyê me lê di jiyana me de ye.”