Ji CHPê daxuyaniya "êrîşa çekdarî" ya li dijî şaxa wê ya Stenbolê

06-04-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Canan Kaftancioglu Stenbol Êrîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniya Seroka Şaxa CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancîoglu, di saet 05.00an de li dijî Serokatiya Bajêra Stenbolê ya CHPê ya li ser Rêya TEM a Seyrantepeyê êrîşeke çekdarî hatiye kirin.

Seroka Şaxa Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Parêzgeha Stenbolê, Canan Kaftancîoglu li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandiye, îro danê sibê êrişeke çekdarî li dijî avahiya şaxa wan a Stenbolê hatiye kirin.

Canan Kaftancîoglu di peyamekê de li ser Twîtterê ragihandiye: “Di 06.04.2023ê de (îro) di derdora seat 05.00an de li dijî Serokatiya Bajêra Stenbolê ya CHPê ya li cihê Seyrantepe ya Rêbeja TEMê, êrîşeke çekdarî hat kirin.

Li gorî îfadeyên polîsê li avahiyê û nobedarê taybet ê li qada ku avahî lê ye, di bûyerê de 6-7 gule hatine avêtin. Li gorî tespîtên ewil ti gule ku li Serokatiya Şaxa me ya Parêzgeha ketibin nehatin dîtin, lê li cihê bûyerê fîşekên vala hatin dîtin.

Lêpirsîna dozgeriyê ya derbarê bûyerê de berdewam dike. Pêşhat dê bi we re bên parvekirin.”

Serokê Koma CHPê ya Parlamantoyê Ozgur Ozel jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Bi çek êrîşî Serokatiya me ya Bajêr a Stenbolê hatiye kirin. Em nikarin ji kesekî re bêjin `we kiriye.` Nikarin ji wan kesan re tiştekî bêjin, ku dibêjin `zimanê cudakar ê Hevpeymaniya Cumhur` sedem e. Em êrîşê şermezar dikin û li hêviya girtina tawanbaran e.”

Derbarê bûyerê de Parêzgariya Stenbolê jî daxuyaniyek belav kiriye û dibêje: “Di wêneyên kamereya çavdêriyê de derketiye, ji otomobîleke ku bilez diçû teqe ber bi esman hatiye kirin. Li tenişta rê di fîşekên vala hatine dîtin. Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e. ”

Şeva 30ê Adarê jî 2 gule li avahiya Serokatiya Bajêra Stenbolê ya ÎYÎ Partiyê ya li Zeytînburnu ya Stenbolê ketibûn. Di bûyerê de ti kuştî û birîndar tunebûn.

Hatibû ragihandin, guleyên ku li avahiyê ketine ji çeka nobedarekî înşaatê yê bi navê M.E bûne ku hewl daye rêz li diziyekê di avahiya ku lê bûye, bigire.

Di encama lêpirsnîna derbarê bûyerê de M.E hat desteserkirin, lê paşê bi mercê kontrola edlî hat berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst