Rapirsiya Yoneylem: Hilbijartina serokkomariyê dimîne gera duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya Yoneylem, di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de ti berbijêrek rêjeya %50 wernagire û hilbijartina serokkomarê nû dimîne gera duyem.

Kompanya Lêkolînê ya Yoneylem, encamên rapirsiya ku meha Adarê kiribû eşkere kirin. Li gor encamên rapirsiyê berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di gera duyem de biser dikeve.

Li gor rapirsiyê di gera yekem de rêjeya dengên berbijêran wiha ne:

Kemal Kılıçdaroglu: %46,4

Recep Tayyip Erdogan: %41,6

Muharrem İnce: %9,1

Sinan Ogan: %2,9

Di gera duyem de rêjeya dengên berbijêran wiha ne:

Kemal Kılıçdaroglu: %55,1

Recep Tayyip Erdogan: %41,9

Rêjeya dengên partiyan jî wiha ne:

AKP:  %35

CHP: %27,6

ÎYÎ Partî: Yüzde 9,5

HDP (YSP): %9,3

MHP: %6,3

Partiya Memleket: %4,5

Partiya Karkerên Tirkiyê: %3,3

Yeniden Refah: %1,1

Partiya Zafer: %1

DEVA: %0,9