Mehmet Metîner: Ez sosyolojiya HDPê dizanim, dengdêrên wê dê dengên xwe bidin Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) - Parlameterê Berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner îdia kir ku dê dengderên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên Serokkomariyê de dengê xwe bidin Serokkomarê Trikiyê Recep Tayîp Erdogan û got, “Ez sosyolojiya HDPê dizanim. Tenê yek dû pêngavên Erdogan bes in.”

Parlameterê Berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner roja Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an di bernameyeke televîzyonî ya Tirkiyê de derbarê mijarên di rojevê de û helwêsta dengderên Kurd û HDPê ya di hilbijartinên 14ê Gulanê de axivî.

Metîner îdia kir ku dê dengderên HDPê di hilbijartinên Parlementeriyê de  dengê xwe bidin HDPê, lê dê di hilbijartinên Serokkomariyê de dengê xwe bidin berbijrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û got, ”Ma hûn difikirin ku dengderên HDPê bi temamî dengê xwe bidin Kiliçdaroglu? Ez sosyolojiya HDPê dizanim. Sosyolojiya Kurdên oldar û muhafazakar dizanim. Tenê yek dû pêngavên Erdohan bes in. Tenê bibêje birayên min ên Kurd. Jixwe derbarê zimanê wan de jî ti astengî nîn in.”

Mehmet Metîner got, “CHP ku serkêşiya Hevpeymaniya Millet dike, çima dest ji HDPê bernade ji ber bêyî HDP di warê  siyasî de tine ye. Kemal Kiliçdaroglu mehkumê HDPê ye. HDP jî ji ber ku vê yekê dizane siyaseta xwe ferz dike. Maseyeke 7 partiyan nîne, Hevpeymaniya CHPê û HDPê heye. CHPê wiha difikire: dibêje ku ew qey qezenç nake.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Parlementerê berê yê Ak Partiyê ameje bi wê yekê jî da ku “Qendîlê û HDPê piştevaniya xwe bo berbijêrên Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu ragihandine.”

14ê Gulanê hilbijartineke dîrokî li pêşiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye. Derfeteke mezin ketiye dest opozîsyonê ku di wan hilbijartinan de desthilata 20 salî ya AKPê têk bibe.

Dengên HDPê ku derdora ji sedî 12 ne û piraniya wan dengên Kurdan in, di van hilbijartinan xwedî bandor in û wek kîlîda yekalîker a van hilbijartinan tên binavkirin. HDPê jî berovajî hilbijartinên çend salên borî vê carê berbijêrê xwe bo hilbijartinên Serokkomariyê ranegihandiye. Bi awayek fermî jî diyar nekiriye ku dê piştevaniya kîjan ji 4 berijêrên postê Serokkomariyê bike ku Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, berbijêrê Hevpeymaniya Cumur Recep Tayîp Erdogan, Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan û Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce ne, lê piraniya berpirsên HDPê amaje bi piştevanîkirina Kemal Kiliçdaroglu dikin.