Li Stenbolê êrîşî ofîsa hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê hinek kes an jî kesan êrîşî ofîsa hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk (YSP) kirine û nivîsên nijadperstî û semblên nîjadperestan li ser dîwaran nivîsîn.

Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Stenbolê  Ferhat Encû roja Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro di demjimêrên sibehê de , hinek kes an jî kesên nediyar êrîşî ofîsa hilbijartinan a Partiya Çep a Kesk (YSP) a li taxa Kocasînan a li navçeya Baheçelîevler a Stenbolê  kirine û alên YSPê yên bi ofîsa hilbijartinê ve jêkirine  û stîkirên partiya YSPê ji dîwarên wê jê birine.

Encu ev êrîş wek êrîşeke nijadperestî bi nav kir û got, “Li dîwarên ofîsa hilbijartinê sembola nijadperestî, ya sê hîvik a MHPê xêz kirine û nivîsên dijûn û sivikatî nivîsîne.”

Hevserokê Rêxistina HDPê yê Stenbolê diyar kir ku piştî bûyerê polîs hatine û derbarê bûyerê de girtename tomarkirine.

Hat ragihandin Rêxistina Navçeya Bahçelîevler a Partiya Kesk a Çep jî dê derberê bûyerê de li dozgeriyê gilî tomar bike.

Bi nêzîkbûna hilbijartinan êrîşên li dijî avahî û ofîsên partiyên siyasî zêde dibin. Her îro roja Pêncşemê Seroka Şaxa CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu ragihand ku serê sibehê demjimêr 05:00 6-7 gule li avahiya wan a Stenbolê hatine reşandin. Parêzgariya Stenbolê jî dibêje, ji nav otomobîlekê teqe ber bi esman de hatiye kirin.

Roja 31ê Adara 2023ê jî bi çekê êrîşî avahiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê hatibû kirin û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, ji ber êrîşê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û partiya desthilatê tohmetbar kiribû.