Cengiz Çandar ji Partiya Çep a Keskan dibe berbijêr

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen, rojnameger û nivîskarê navdar ê Tirkiyê Cengîz Çandar pêşniyara berbijêrbûna bo parlamentoyê Tirkiyê ya Partiya Çep a Keskan qebûl kir.

Rojnameger Cengîz Çandar ji Partiya Çep a Kesk, ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di bin banê wê de beşdarî hilbijartinê bibe, bû berbijêrê parlamenterbûnê.

Li gor nûçeya T24ê, rêveberiya HDPê biryar da ku ji bo Cengîz Çandar ku ev demek e li Swêdê dijî û li zanîngeha Stockholmê kar dike, pêşniyara berbijêriya parlamenterbûnê bike.

Ev biryar ji aliyê Komîsyona Diyarkirina Berbijêran a Partiya Çep a Kesk ve ji Çandar re hat ragihandin. Çandar ku di heman demê de bi pirtûk, hevpeyvîn û gotarên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd tê naskirin, ew pêşniyar qebûl kir.

Çandar diyar kir ku ev bi wê pêşniyarê şanaz bûye û got: “Min zêdetirî nîvê jiyana xwe ji bo bihevrejiyana wekhev û azad a Tirk û Kurdan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd derbas kiriye. Ez bi heyecan im ku hemû hêz û ezmûna xwe têxim xizmeta gelê me. Em li ber serdemeke dîrokî ne. Armanca me Tirkiyeya Demokratîk e. Bi hev re em dê bi ser bikevin.”

Nivîskar û rojnamevanê navdar Cengiz Çandar, sala 1948an li Enqerê ji dayik bûye û sala 1970an li Zanîngeha Enqerê beşa Zanistên Siyasî qedandiye.

Di navbera salên 1991 û 1993an de rawêjkarê taybet ê Serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal bû û roleke wî ya taybet di çêkirina pêwendiyên Turgut Ozal û berpirsên Başûrê Kurdistanê Celal Talabanî û Mesûd Barzanî de hebû.

Îlona 2021ê li ser pirsa Kurd pirtûkeke bi Ingilîzî bi navê (Turkey’s Mission Impossible: War and Peace with the Kurds)  “Erka Tirkiyê Nepêkan: Bi Kurdan re şer û aştî” li ser platformên elektronîk belav kir. Çandar, zimanên Îngilîzî, Erebî û Fransî dizane û salên dawî jî dersên Kurdî wergirtine.

HDPê pêştir ji rojnamevanê naskirî Hasan Cemal re jî berbijêrbûna parlamenteriyê pêşniyar kiribû û wî jî ew pêşniyar qebûl kiribû.