Beştaş bi 'cilên qedexekirî' yên Leyla Guven çû parlamentoyê

06-04-2022
RÛDAW
Nîşan Leyla Guven Meral Daniş Beştaş Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Sêrtê û Wekîla Firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş bi cilên Leyla Guven ku bo girtîhgehê nehatibûn wergitin li Parlamnetoya Tirkiyê nerazîbûn nîşanî helwêsta rêveberiya girtîgeha Xarpêtê da û got: “Ma rengên kesk û sor zer qedexe ne? Ma li welatekê reng dikarin bên qedexekirin.”

Îlona 2021ê keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku girtiyeke siyasî ye, cilek ku rengên kesk û sor û zer li ser bo dayika xwe şandibûn, lê Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê bi hinceta rengên wî cilî rê nadabû ew cil radestî Guven bê kirin.

Wekîla Seroka Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş îro 6ê Nîsana 2022ê bi wan cilên Leyla Guven ku zindana Xarpêtê rê pê nedabû, çû Parlamantoya Tirkiyê.

Beştaş li parlamentoyê nerazîbûn nîşanî helwêsta girtîgeha Xarpêtê da û got: “Girtîgeha Xarpêtê nehişt ku ev cilê li ber min biçin nav girtîgehê. Ev cil ji aliyê keça Leyla Guven ve bo wê hatibû şandin. Gotine ku `em nikarin bi van rengan vî cilî bixin hindir. Li gor rêziknameya girtîgehê nabe rê bo vî cilî bê dayîn`.”

Wekîla Seroka Firaksiyona HDPê amaje bi wê kir ku ji ber rengên li ser rê nehatiye dayîn ew cil bigihije destê Leyla Guven û got: “Ma kesk û sor û zer qedexe ye? Ma li welatekê reng dikarin bên qedexekirin? Em neçar dimînin ku nehiquqiyên li girtîgehan tên kirin, bi vî awayî nîşan bidin. Ez ji vir spasiya Leyla Guven dikim ku ev cil ji min re şandiye.”

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” di 21ê Kanûna 2020ê de bi 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst